Hevseroka DEM Partiyê: Li Esenyurtê derbeyeke siyasî hat kirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Ahmet Ozer CHP Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmoglullariyê got, “Bi nêrîna me ev nêrîna ku li dijî hiqûqê destûr binpê kiriye doh derbeyeke siyasî kiriye.”

Serokê Şaredariya Esenyurtê ya CHPyê Ahmet Ozer doh di operasyonekê de hat desteserkirin û bi îdiaya “endamtiya PKKyê” bi biryara dadgehê hat girtin.

Her wiha bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

Karvedan û nerazîbûnên aliyên siyasî yên li dijî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî didomin.

Îro bi pêşengiya CHP, DEM Partî û hejmareke zêde ya xelkê û endamên sazî û rêxistinên civaka sivîl xwepêşandaneke mezin hat sazkirin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di xwepêşandanê de axivî û da zanîn ku desthilatê bi tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Esenyurtê derbeyeke siyasî kiriye.

Hatîmogullari amaje bi peyamên aştiya navxwe yên desthilatê û MHPyê jî dan û got:

“Baş e we çi ji Şaredariya Esenyurtê xwest ku aştiya xwe ya navxwe û lihevkirina li bajaran pêk aniye?

We çima ew ji kar dûr xist? We çima li ser Serokê Şaredariyê operasyon kir?

Ma venagarin rûyê we û napirsin hûn behsa kîjan aştiya navxwe dikin?”

“Hûn behsa kîjan aştiyê dikin?”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bangî xelkê kir û anî ziman:

“Em bi ti awayî vê derbeya li dijî we Esenyurtiyan qebûl nakin. Gelê rêzdar ê Esenyurtê ew behsa aştiya navxwe dikin ne wisa?

Belê bi rastî jî pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiyeke navxwe heye.

Baş e we çi ji şaredariya Esenyurtê xwest ku aştiya xwe ya navxwe û lihevkirina li bajaran pêk aniye?

We çima ew ji kar dûrxist? We çima li ser Serokê Şaredariyê operasyon kir?

Ma venagarin rûyê we û napirsin hûn behsa kîjan aştiya navxwe dikin?

Îro li ser aştiya we ya navxwe û lihevkirina we operasyon hat kirin.

Bi nêrîna me ev nêrîna ku li dijî hiqûqê Destûr binpê kiriye doh derbeyeke siyasî kiriye.

Em bi ti awayî qebûl nakin.”

Di hilbijartinên 31ê Adara 2023yan de Ahmet Ozer di çarçoveya stratejiya DEM Partiyê ya “lihevkirina li bajaran” de bi rêjeya ji sedî 49ê dengan ji CHPyê wekî Serokê Şaredariya Esenyurtê hat hilbijartin.

Ozer 30ê Çiriya Pêşîna 2024an hat desteserkirin û piştî kar û barên yasayî bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin.

Her wiha piştî rojekê jî li şûna wî Alîkarê Parêzgarê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm hat tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst