Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo du Akademîsyenên Aştiyê yên ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatibûn dûrxistin biryara vegerandina ser kar hat dayîn.
Bi vî awayî hejmara akademîsyenên ku bi biryara dadgehê vegeriyan ser karên xwe gihîşt 16an.
Akademîsyen Hulya Kendîr û Cengîz Erçîn, 1ê Îlona 2016an bi hinceta ku deklarasyona “Em Nabibin Şirîkê Vî Sûcî” îmze kirine, bi KHKyê ji karên xwe yên li Zanîngeha Kocaeliyê hatibûn avêtin.
Ew her du akademîsyen bi biryara dadgehê vegeriyan ser karê xwe.
Piştî 10 salan vegeriyan zanîngehê
Li gorî biryara Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya 15an a Enqereyê, Kendîr û Erçîn piştî 10 salan vegeriyan ser karên xwe yên akademiyê.
Di navbera salên 2016-2018an de di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi 10 KHKyan bi giştî 406 akademîsyen ji karên xwe yên li zanîngehan hatibûn dûrxistin.
Bi vê biryara dawî re, hejmara akademîsyenên ku piştî pêvajoyên hiqûqî vegeriyan ser karên xwe gihîşt 16an.

.webp&w=3840&q=75)

