Hewlêr (Rûdaw) - Akin Gurlek ragihand ku yasaya pêvajoya çareseriyê ji 15 madeyan pêk tê û dê hefteya bê biçe Parlamentoya Tirkiyeyê.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek di televîzyona fermî ya Tirkiyeyê de li ser rojevê û pêvajoya çareseriyê axivî.
Gurlek da zanîn ku yasaya pêvajoya çareseriyê ji 15 madeyan pêk tê û dê hefteya bê bibe rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Wezîrê Dadê her wiha ragihand ku yasa ne efûyeke giştî ye û taybet e bi endamên PKKyê û got:
“Bi qasî ku ez dizanim, pêvajoya Tirkiyeya Bêteror gihîştiye qonaxeke erênî.
Serokê Parlamentoya me yê rêzdar Birêz Numan Kurtulmuş jî daxuyaniyek da.”
Gurlek diyar kir ku yasa dê hefteya bê berê biçe ber Komîsyona Dadê û pişt re jî bigihêje qonaxa çûyîna ber Komîteya Giştî ya Parlamentoyê.
Akin Gurlek her wiha anî zimên:
“Bi qasî ku ez dizanim, metneke ji 15 madeyan pêk tê.
Parlamento wê pêvajoyê dişopîne; em ne di nav de ne.
Em wekî Wezareta Dadê tenê dikarin di dema nivîsandina qanûnan de pêşniyaran bi awayekî teknîk pêşkêş bikin, wekî ku ew dixwazin.”
Wezîrê Dadê destnîşan kir ku ev pêvajo divê di demeke kurt de were temamkirin û got:
“Di vir de efûya giştî nîne. Sererastkirineke taybet bi kesan nîne.
Ev biryarên Parlamentoyê ne ango niha ji bo efûya giştî sererastkirin an jî xebatek nîne.
Lê wekî ku hûn dizanin, her gava ku Parlamento yasayekê çêdike, dibe ku were rojevê lê di pakêta niha de tenê li ser endamên PKKyê sererastkirin hene.”



