Sezaî Temellî bo Demîrtaş: Em dev ji wî bernadin

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temellî Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sezaî Temellî biryara Selahattîn Demirtaş nirxand û got “Eger bixwaze dev ji siyasetê berde jî ne em dev ji wî berdidin ne jî siyaset dev jê berdide. Em ê bi hev re siyasetê bikin.”

Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş ê ku tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hê jî di girtîgehê de ye rexne li xwe û HDPê girt û ragihand ku ew dê dev ji siyaseta aktîf berde.

Parlamenterê Mûşê yê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî biryara Demîrtaş ji Artî Gerçekê re nirxand û got “Mirov ji siyasetê xanenîşîn nabe. Ji ber vê wî bi hestê xwe yê heyî tiştek wiha gotiye. Eger bixwaze dev ji siyasetê berde jî ne em dev ji wî berdidin ne jî siyaset dev jê berdide. Em ê bi hev re siyasetê bikin.”

Temellî diyar kir ku di 14ê Gulanê de rewşeke bi serneketinê heye û dibêje “Belê li rastê rewşeke biserneketinê heye. Bandorên ku vê bi serneketinê çêkirine hene. Ji ber vê yekê rewşek hestyarî heye û ev rewşa hestyarî helbet bandorê li me hemûyan dike.”

Sezaî Temellî ragihand ku di gotara Demîrtaş a li ser HDPê de mijarên girîng hene û got “Em hemû dibêjin ku pêdiviya me bi pêvajoyeke rexnekirinê, xwe-rexnekirinê ya rasteqîne, jidil a bi mebesta ji hev fêmkirinê heye.”

Wekîlê Mûşê Temellî diyar kir ku ew ê hewl bidin ji rexneyan sûd werbigirin û wiha berdewam kir “Weke Demîrtaş destnîşan kir, em ê hewl bidin bi rexneyên astî û avaker bimeşin. Helbet wê pêvajoyeke xwe rexnekirinê hebe. Em dê ji bo rûbirûbûnekê û fêmkirina rastiya xwe jî di nav hewlekê de bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst