Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, destdanîna ser madeyên hişbir gelekî zêde bûye û her wiha mirinên ji ber madeyên hişbir jî ji sedî 30 zêde bûn.
Sala 2025an, 557 kesan ji ber bikaranîna madeyên hişbir mirine.
Sedema mirina ji sedî 63yê wan, dermanên psîkoaktîf in ku bandorê li hiş dikin.
Di 312 hezar operasyonan de bi hezaran kes hatin desteserkirin
Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê îro "Rapora Madeyên Hişbir a Tirkiyeyê ya Sala 2026an" belav kir.
Di vê raporê de amarên sala 2025an hatin diyarkirin.
Li gorî raporê, mirinên ji ber bikaranîna madeyên hişbir, li gorî sala berê ji sedî 30 zêde bûne.
Sala 2025an li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 312 hezar operasyonên li dijî madeyên hişbir hatin kirin.
Di wan operasyonan de 379 hezar û 185 kes hatin desteserkirin.
Di çarçoveya operasyonan de, hêzên ewlehiyê dest danî ser 74,2 ton madeyên hişbir.
Her wiha dest hat danîn ser nêzîkî 150 hezar hebên hişbir û 63 milyon û 100 hezar şitlên esrarê.
Zêdebûna rêjeya madeyên hişbir ên sentetîk (çêkirî) jî balê dikişîne.
Li Tirkiye û cîhanê bikaranîna dermanên sentetîk zêde dibe
Di raporê de hat destnîşankirin ku qeçaxçîtî û bikaranîna xirab a dermanên sentetîk û madeyên psîkotropîk di salên dawî de bi lez zêde bûye.
Ev made, bandoreke wan a wekî madeyên hişbir ên neqanûnî heye û bi taybetî bi reçeteyên sor an kesk tên dayîn.
Li gorî raporê sala 2019an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê dest danîbû ser nêzîkî 2 milyon heban.
Ev hejmar sala 2025an gihîştiye zêdetirî 123 milyon heban.
Zêdetirî 417 hezar kesan tedawî xwestiye
417 hezar û 385 kesan ji ber bikaranîna madeyên hişbir ji bo tedawiyê serî li navendan da.
Navîniya temenê nexweşan 30 sal e.
Ji sedî 46,5ê serlêderan di navbera 25 û 34 saliyê de ne.
Di nav wan kesên ku tedawî xwestiye de, metamfetamîn bi ji sedî 28an di rêza yekem de ye.
Piştî wê esrar bi ji sedî 18,2yan û kanabînoîdên sentetîk bi ji sedî 14,9an tên.
Eroîn bi ji sedî 12yan û kokaîn jî bi ji sedî 5an li pey wan in.
Ji sedî 45ê girtiyan ji ber madeyên hişbir girtî ne
Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, di 403 girtîgehên li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, 402 hezar û 546 kesên cezakirî û girtî hene.
179 hezar û 978 kes ji wan, bi tawanên li ser madeyên hişbir hatine cezakirin an jî girtin.
Ev hejmar jî dike nêzîkî ji sedî 45ê hemû girtiyan.
557 kes mirin
Sala 2025an, 557 kesan ji ber bikaranîna madeyên mirine.
Ji van 557 kesan 27 jin bûn.
Hat ragihandin ku ji sedî 63yê van mirinan ji ber madeyên hişbir ên sentetîk bûne.
Rêjeya herî zêde ya mirinê di temenê 30-39 salî de hat tomarkirin ku 196 kes in.
Hejmara mirinên ji ber madeyên hişbir li gorî sala 2024an, 130 kes zêde bûye.
Ev jî tê wateya zêdebûna ji sedî 30yî.
Sala 2025an, tîmên trafîkê ji bo hezar û 420 şofêran testa madeyên hişbir kir.
Piştî testên li saziyên tenduristiyê, derket holê ku 272 şofêr madeyên hişbir bi kar tînin.
Ji destpêka îsal ve, ji ber bikaranîna madeyên hişbir destûrnameyên (ehliyetên) 3 hezar û 468 şofêran ji destê wan hatin standin.


.jpg&w=3840&q=75)
