Di nava rojekê de 40 kes hatin desteserkirin: Hincet dîsa PKK ye

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stenbol Îzmîr Şirnex PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Stenbol û Îzmîrê yên Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê 40 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê tîmên girêdayî Birêvebiriya Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Şirnexê li navend û çend navçeyan operasyonên hemwext kirin.

Tîman bi ser hejmarek navnîşanan de girt.

Hat ragihandin ku di encama operasyonan de bi hinceta PKKyê 12 kes hatine desteserkirin.

Tîman ji bo kar û barên yasayî ew birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Şirnexê.

Li Stenbol û Îzmîrê 28 kes hatin desteserkirin

Danê sibehê li Stenbolê 18 û li Îzmîrê jî 10 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, bi hinceta ku di “xebatên ciwanan û siyasî yên PKKyê de cih girtiye” derbarê 25 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsînê de jî bi hinceta “propagandeya PKKyê” derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya biryarê de hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girt.

Di serdegirtina malan de 18 kes hatin desteserkirin.

Lêgerîna li 7 kesên din ên ku biryara desteserkirina wan heye jî didome.

Li Îzmîrê jî hêzên ewlehiyê vê sibehê bi ser malan de girt û 10 kes desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst