Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sumbasê ya parêzgeha Osmaniyeyê ya Tirkiyeyê, di navbera bavekî û kurê wî de nîqaş derket.
Bav bi dasê êrişî malbata xwe kir, kurê wî mir û bûk û neviya wî jî birîndar bûn.
Bûyer li taxa Yeniyê ya nahiyeya Mehmetliyê ya navçeya Sumbasê qewimî.
Li gorî agahiyan, di navbera Fevzî T. û kurê wî Aydin T. de ku bi hev re di heman malê de dijiyan, ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de gur bû û veguherî pevçûnê.
Bav Fevzî T. bi dasa li malê êrişî kurê xwe Aydin, bûka xwe Mehtap û neviya xwe A.T.yê kir.
Aydin T. li cihê bûyerê mir
Cîranên ku dengê qêrînê bihîstin agahî da cendirme û tîmên tenduristiyê.
Dema ku tîm gihîştin malê, dîtin ku Aydin T. ji ber derbên giran li cihê bûyerê miriye.
Mehtap T. û keça wê A.T.yên ku di êrişê de birîndar bûbûn, bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kadirliyê.
Cendirmeyan bav Fevzî T. desteser kir û li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
.jpg&w=3840&q=75)

