Li Stenbol û Îzmîrê 28 kes hatin desteserkirin:... | Rûdaw.net

Li Stenbol û Îzmîrê 28 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

30-10-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Îzmîr PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê 18 kes û li Îzmîrê jî 10 kes kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, bi hinceta ku di "xebatên ciwanan û siyasî yên PKKyê de cih girtiye" derbarê 25 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Hat îdiakirin ku wan kesan xwestiye li Stenbolê li kolananan çalakiyên bi molotofan bikin.

Piştî ku dozgeriyê biryara desteserkirinê da tîmên Birêvebiriya Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Rêvebiriya Ewlehiyê operasyon kir û 18 kes hatin desteserkirin.

Ji bo desteserkirina 7 kesên din jî xebat dewam dikin.

Li aliyê din, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de jî bi hinceta ku wan “propagandeya PKKyê kiriye” derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li Îzmîrê jî hêzên ewlehiyê vê sibehê bi ser malan de girt û 10 kes desteser kirin.

Divê were gotin ku îro Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer jî hat desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tesbîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Serdozgeriya Komarê got ku Ahmet Ozer bi Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re bi rêya telefonê axiviye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst