Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 37 hezar û 303 kes bi koronayê ketin

30-03-2021
Senger Zirarî
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 37 hezar û 303 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin û herwiha 155 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 235 hezar û 298 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 37 hezar û 303 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 155 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 19 hezar û 925 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 277 hezar û 880 kesan û 31 hezar û 385 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 995 hezar û 33 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 38 milyon û 338 hezar û 45 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst