Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê Îraq rojane milyonek bermîl petrol bide Tirkiyeyê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Enqereyê bi merasîmeke fermî qebûl kir.
Di hevdîtina her du serokan de biryara hevkariya di warê enerjî û bazirganiyê de derket pêş.
Piştî hevdîtinên rûbirû û civînên di navbera şandeyan de, her du lîderan daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan da zanîn ku wan bi Îraqê re gelek peyman îmze kirine û dê Îraq rojane milyonek bermîl petrol bide Tirkiyeyê.
Peymana petrolê û gavên dîrokî
Erdogan eşkere kir ku "Peymana Xeta Boriya Petrola Xav a Îraq-Tirkiyeyê" doh bi dawî bûye û wan dest bi xebatan kiriye da ku di demeke nêzîk de peymaneke berfireh a hevkariya enerjiyê îmze bikin.
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de li ser mijara petrola Kerkûkê axivî û got:
"Di bin operatoriya British Petrolê (BP) de, li zeviya hilberînê ya Kerkûkê şirîkatî dane Petrola Tirkiyeyê.
Peymana ku îro hat îmzekirin di warê hevkariya enerjiyê de gaveke dîrokî ye."
Rêya Bipêşketinê
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser "Projeya Rêya Bipêşketinê".
Zeydî ev proje wekî jêdereke nû ya aboriyê wesifand û got:
"Em di nava biratiyê de şirîkatiyekê dixwazin û em bi taybetî li ser Projeya Rêya Bipêşketinê dixebitin.
Cografyayê bi awayekî xwezayî du çem (Dîcle û Ferat) dane me. Em çemê sêyem jî dixwazin.
Êdî bila ev çem, çemê aboriyê be û ev jî bêguman Rêya Bipêşketinê ye."
Erdogan jî destnîşan kir ku ev proje dê herêma Kendavê di ser Îraqê re bi cîhanê ve girê bide û projeyeke wisa di nav şert û mercên niha de ji her demê zêdetir girîng e.
Qebareya bazirganiyê dê zêde bibe
Erdogan anî zimên ku wan sala borî qebareya bazirganiya xwe ya bi Îraqê re derxistiye nêzîkî 17 milyar dolaran û ew dixwazin vê hejmarê gelekî zêdetir bikin.
Erdogan derbarê pirsgirêka avê de jî daxuyand ku ew mijara avê wekî qadeke hevkariya daîmî ya li ser bingeha aqil, zanist û mirovî dibînin û ji bo karanîna avê ya domdar ew ê tiştê dikeve ser milê wan bikin.
Di warê pîşesaziya parastinê de jî Tirkiyeyê amadebûna xwe nîşan da ku alîkariya pêwîstiyên Îraqê bike.
3 peyman hatin îmzekirin
Bi amadebûna Erdogan û Zeydî di navbera her du welatan de 3 peyman hatin îmzekirin:
- Peymana "Hevkariya Perwerde û Akademîk" di navbera Serokê Akademiya Polîsan a Tirkiyeyê Murat Balci û Birêvebirê Ofîsa Taybet a Serokwezîr û Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îraqê General Ebdulmîr Şemerî de hat îmzekirin.
- Peymana "Hevkariya di Qadên Ciwan û Werzişê de" ji aliyê Wezîrê Ciwanan û Werzişê yê Tirkiyeyê Osman Aşkin Bak û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ve hat îmzekirin.
- Peymana "Hevkariya di Qada Mulkiyeta Pîşesaziyê de" jî ji aliyê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiya Tirkiyeyê Mehmet Fatîh Kacir û Wezîrê Darayiyê yê Îraqê Falih Sarî ve hat îmzekirin.



