Hewlêr (Rûdaw) - Di yekem roja Cejna Qurbanê de li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek kesan di dema serjêkirina qurbanan de, xwe birîndar kirine. Li gorî amara ku belav bûye, bi giştî 5 hezar û 794 kes di dema serjêkirina qurbanan de birîndar bûne. Kêr û satore li destê xwe dane an jî qurbanê nav destê wan hewl daye bireve û ew birîndar kirine. Ji bilî wê yekê gelek qurban jî di dema serjêkirinê de ji destê qesab û xwediyên xwe reviyane û xwedî bi saetan li pey wan geriyane heta ew girtine û anîne.
Di yekem roja cejnê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi sedan ajelên qurbanê reviyan û bi kolanan ketin.
Li navçeya Xelîliye ya Rihayê ye golika ku ji dest xwediyê xwe reviya bi demjimêran tîmên şaredariyê li pey xwe gerandin lê dawiyê tîm neçar man wê di bexçeyê malekê bi derziya anesteziyê bigirin.
Karmendê Tîma Girtina Ajelên Qurbanê Li Rihayê Mehmet Edip Sade got, “Ev derdora demjimêrek û demjimêk û nîv e em li pey wê bûn. Me dawiyê bi silametî girt û radestî xwediyê wê kir.”
Li navçeya Kozan a Edenê jî golikek ji bo ku nebe qurbanî plana revê hebû lê plana wê bi ser neket û ket bîreke avê. Piştî xebata demjimerekê ji aliyê tîmên şaredariyê ve hat rizgarkirin.
Li Erzeromê golikekê hewla revê neda lê nehêla qesab jî xwe nêzîkî wê bike. Bi derziyê hat bêhişkirin û piştre jî hat serjêkirin.
Xwediyê Qurbanê li Erzeromê Muhammet Kuşçuoglu anî ziman, “Ji ber ku hewl dida êrîş bike me peywendî bi şaredariyê re kir. Tîm di demeke kurt de ji şaredariyê hatin û derziya bêhişker lê dan. Spas bo Xwedê me bê qeza û bela qurbanê xwe serjêkir.”
Salane di Cejna Qurbanê de ev dîmen li kolanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dubare dibin. Beşek ji şaredariyan jî tîmên girtina ajelên qurbanê pêkanîne.
Ew tîm di rojên duyem û sêyem ên cejnê de jî bo girtina qurbanên direvin li ser kar in û bê beramber xizmeta welatiyan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse