Hewlêr (Rûdaw) - 264 kesên ku di serdemên berê de di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de parlamenterî kiribû, bi daxuyaniyeke hevpar îstifaya xwe ragihand.
Wan parlamenterên berê diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin "Partiya NÛ" ya di bin serokatiya Ozgur Ozel de.
Di daxuyaniya hevpar de bertekeke tund nîşanî biryara "betalkirina" Kongreya Asayî ya 38an a CHPyê hat dayîn.
Wan kesan destnîşan kir ku ev biryar îradeya partiyê û pêvajoyên demokratîk birîndar dike.
“Em nabin parçeyekî krîzê”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku prensîbên “laîktî, demokrasî, dewleta hiqûqê û dewleta sosyal” nirxên bingehîn ên Komarê ne.
Parlamenterên berê diyar kir ku di bin vê avahiya niha de parastina van nirxan ne pêkan e.
Ji ber vê yekê wan ragihand ku ew nabin parçeyekî "krîza meşrûbûnê" ya ku derketiye holê.
Di metna hevpar de li ser îstifaya ji CHPyê ev îfade hatin bikaranîn:
"Em ji bo avakirina feraseta siyasî ya Partiya NÛ piştgiriyê didin vê pêkhateya nû. Ev partî dê pêbendî demokrasî, serweriya hiqûqê, piralîbûn, demokrasiya sosyal û nirxên damezirîner ên Komarê be.
Her wiha dê demokrasiya navxweyî û hilbijartina pêşîne ya bi beşdariya hemû endaman bike bingeh."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku ew bawer dikin tevgera siyasî ya di bin serokatiya Ozgur Ozel de dê li Tirkiyeyê bibe hêviyeke nû û hat gotin:
"Em dê piştgiriyê bidin Partiya NÛ ya ku dê bêyî tewîz xwedî li nirxên bingehîn ên Komarê derkeve."
Li bin vê daxuyaniyê îmzeya 264 parlamenterên berê yên CHPyê heye.



