Hewlêr (Rûdaw) - AK Partî amadehiyê dike ku pêşniyara "yasaya çarçoveyê" 10-11 madeyî sibe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bike.
Ev sererastkirin dê bibe bingeha yasayî ya ji bo çekdanîn û fesixkirina PKKyê.
Ev yasa dê bi wî şertî bikeve meriyetê ku saziyên dewletê bi awayê fermî teqez bikin ku PKK bê çek bûye.
Tê payîn ku ev pêşniyar bi sernavê "Pêşniyaryasaya derbarê fesixkirin, çekdanîn û bidawîkirina hebûna hiqûqî ya PKK-KCKyê" an jî bi naverokeke bi vî rengî pêşkêşî parlamentoyê bê kirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, dê salek dem bê dayîn da ku ew endamên rêxistinê yên ku dixwazin ji yasayê sûdê wergirin vegerin Tirkiyeyê.
Tê pêşbînîkirin ku di vê pêvajoyê de tenê hêsankirina hiqûqî ji wan kesan re bê kirin ku hatiye tesbîtkirin "ew tev li sûcan nebûne."
Her wiha tê plankirin ku ev kes demeke diyarkirî di bin kontrola dadî de bimînin.
5 sal qedexeya siyasetê
Sînordarkirina çalakiya siyasî yek ji madeyên herî balkêş ên vê sererastkirinê ye.
Li gorî pêşnûmeyê, dê 5 sal qedexeya siyaseta aktîv li ser wan kesan bê sepandin ku ji yasayê sûdê werdigirin.
Tê diyarkirin ku piştî temambûna vê demê, li gorî xalên mewzûata heyî dê rêyên çalakiya siyasî vebin.
Tê çaverêkirin ku ev made di dema hevdîtinên parlamentoyê de bibe yek ji wan mijaran ku dê nîqaşên herî dijwar li ser çêbibin.
Qendîl û Ocalan ne di nav de ne
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên AK Partiyê hatine wergirtin, ev sererastkirin di çarçoveya hinek sînorên diyarkirî de hatiye amadekirin.
Ti derfeta vegerê nadin kadroya birêvebir a li Qendîlê. Ji bo statuya girtîbûna Abdullah Ocalan jî ti guherîn yan jî efû nayê pêşbînîkirin.
Çavkaniyên partiyê radigihînin ku ew bi erênî nêzîkî wan pêşniyarên statuyê nabin ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî berê qal kiribû.
Çavkanî dibêjin ku dê rewşa Ocalan di çarçoveya rejîma înfazê ya heyî de bidome.
Nakokiya 'çarçoveyê' ya li gel DEM Partiyê
Cudahiyên fikrî yên sereke yên di navbera hikûmet û DEM Partiyê de li ser çarçoveya vê sererastkirinê kom dibin.
AK Partî israr dike ku hêsankirinên hiqûqî tenê bi endamên "ku tev li sûcan nebûne" re sînordar bimînin.
Lê DEM Partî daxwaz dike ku eger çekdanîn çêbibe, sererastkirineke giştî bê kirin ku bêyî cudakariyê hemû endamên rêxistinê li xwe bigire.
Tê diyarkirin ku ji bo çareserkirina vê nakokiya di navbera her du aliyan de, beriya ku pêşniyar bê pêşkêşkirin hevdîtin didomin.
Eger ev sererastkirin bibe yasa, dê pêvajoya bêçekbûn û fesixkirinê cara yekem ew qas berfireh têkeve nav çarçoveyeke yasayî.



