3 zarok di Çemê Kizilirmakê de xeniqîn

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Çemê Kizilirmakê Xeniqîn Kirikkale
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bahşiliyê ya ser bi parêzgeha Kirikkaleyê ya Tirkiyê ve, îro 3 zarokên ku ji bo derxistina topa xwe ketibûne nav Çemê Kizilê (Kizilirmak), nekarîne ji çem derkevin û xeniqîne.

Li gor zanyariyan, li navçeya Bahşiliyê ya Kirikkaleyê îro 29ê Hezîranê 3 zarok dema li kêleka Çemê Kizilê dilîstin topa wan dikeve nav çem, her sê zarok ji bo derxistina topa xwe dikevin nav çem, lê av wan dibe û nikarin ji çem derkevin.

Hatiye ragihandin ku her sê zarok welatiyên Iraqê ne. Li gor zanyariyan, her sê zarok 14-15 salî ne.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê, tîmên tendirustiyê û tîmên Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ya Şaredariya Kirikklaeyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Xebatên lêgerîn û derxistina zarokan berdewam e, lê hêj ew her sê zarok nehatine dîtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst