Ji Merdan Yanardag ê ku piştî gotinên derbarê Ocalan de hat girtin, yekemîn peyam

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Merdan Yanardag TELE 1 Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê TELE1 Merdan Yanardag ku ji ber gotinên xwe yên derbarê rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan de hatiye girtin, li Girtîgeha Sîlîvriyê bi parêzerê xwe Bîlgutay Hakkî Durna re hevdîtin pêk anî.

Yanardag ku bi "propagandaya ji bo rêxistina terorê" hatiye tohmetbarkirin û ew 2 roj in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, duh bi parêzerê xwe Bilgutay Hakki Durna re hevdîtin kir.

Li gorî nûçeya Halk TVyê, parêzerê Merdan Yanardag, Bîlgutay Hakkî Durna piştî hevdîtinê daxuyanî da û ragihand, “Min li Girtîgeha Sîlîvriyê bi Merdan Yanardag re hevdîtin kir. Ji her kesî re silavên wî hebûn. Ji hevalên xwe re yên ku piştgiriyê didin wî hezkirina xwe radigihîne. Rewşa tenduristiya wî baş e.”

Durna peyama Merdan Yanardag parve kiriye û gotiye, “Ez difikirim ku em dê li hemberî her tiştî astengiyan derbas bikin. Ez her kesî bi hezkirin silav dikim. Ez dixwazim tiştek bê zanîn. Ez dê tu carî serî li ber neheqiyan netewînim.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst