STENBOL - Pirsgirêka çepgir û Kurdan mezintir bû

29-03-2024
RÛDAW
Bangeşeye Partiyan a Stenbolê/Wêne: Rûdaw
Bangeşeye Partiyan a Stenbolê/Wêne: Rûdaw
Nîşan DEM Partî CHP AK Partî Stenbol Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hilbijartinan re tenê 2 roj mane lê di navbera pêkhateyên DEM Partiyê yên çepgir û Kurdan de jî pirsgirêka li ser Stenbolê mezintir bûye.

Bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê Stenbol e. Stenbol ew bajar e ku çav û xwesteka hemû partiyan li ser şaredariya wî ye.

Xuya  ye dengên Kurdan dê li Stenbolê bibin diyarker û ji ber vê yekê jî CHP û AK Partî bi awayekî girîng berê xwe didin dengên Kurdan.

Partiya Sosyalîst a Jinûveavakirinê ya ku partiya Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê ye û pêkhateyeke hevpeymaniya DEM Partiyê ye bi daxuyaniyekê ragihand ku dê piştgiriyê bide namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu.

Partiya Sosyalîst a Jinûveavakirinê li dijî siyaseta rêya sêyemîn a DEM Partiyê ragihand:

“Helwesta 'mesafeya wekhev' a pêş û piştî hilbijartina 31ê Adarê ya di bin navê xeta sêyemîn de ku mixalefet û desthilatê wekhev dibîne û gefa sazûmanbûna faşîzmê nabîne, nayê qebûlkirin.

Di hilbijartina 31ê Adara 2024an de li Stenbolê helwesta me bêguman dê ji bo windakirina bloka faşîst a AKP-MHPyê be.”

“Em ne alîgirên mixalefetê, ne jî yên desthilatê ne”

Siyasetmedara Kurd Leyla Zanaya ku piştî 8 salan dakete qadan û bangî welatiyên Kurd kir ku li Stenbolê dengên xwe bidin DEM Partiyê û wê bal kişand ser rêya sêyemîn.

Leyla Zanayê got, "Em ne alîgirên mixalefetê ne, ne jî yên desthilatê ne. Em rêya sêyem in. Em, em in."

“Ti kes nikare rê nîşanî me bide”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li bajarê xwe Qersê bersiveke tund da partiya ku pêkhateye wan e û got, "Ti kes nikare rê nîşanî me bide" û pê de çû:

“Rêya sêyemîn ne gotinek e ku hema ji cem xwe ve hatiye gotin.

Kesek û ti kesek nikare me ji rêya sêyemîn vegerîne. Kesek nikare rê nîşanî me bide.

Kesek nikare rotayê biguhere, em rê nadin vê yekê.”

Ji ber ku rasterast bandorê li encaman dikin li Stenbolê dengên herî girîng ên Kurdan in.

Namzeda DEM Partiyê ya Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş jî dibêje, daxuyaniya Partiya Sosyalîst a Jinûveavakirinê li dijî hiqûqa pêkhatebûnê ye û daxwaza dengan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst