Xerca derketina derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat bihakirin

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xerc Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xerca derketina derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo sala nû ji sedî 42 hat bihakirin û ji 500 lîreyî derket 710 lîreyên Tirkî.

Biryara zêdekirina xerca (pûl) derketina derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Li gorî biryarê ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an ve welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema biçin welatekî din dê 710 lîreyên Tirkî xercê bidin.

Beriya ku welatî derkevin dikarin xerca hatiye diyarkirin li banka û postaxaneyan an jî bi awayekî online bidin.

Xerca derketina derve ji sedî 150 lîreyên Tirkî bû lê 12ê Tebaxê bi bihakirina ji sedî 233yan xerc derketibû 500 lîreyên Tirkî.

Beriya wê jî 50 lîreyên Tirkî bû lê Adara 2022yan bi biryara Serokkomariya Tirkiyeyê bûbû 150 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst