Behçelî: Pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê nîne û dê ti carî jî nebe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pirsa Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî hebûna pirsa Kurd red kir û got, “Pirsgirêkeke Kurd a Komara Tirkiyeyê nîne dê ti carî jî nebe. Pirsgirêka heyî, pirsgirêka terora cudaxwaz e.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçeli îro bi boneya salvegera 101emîn a Komara Tirkiyeyê peyameke nivîskî belav kir.

Devlet Bahçelî amaje bi wê yekê kir ku niha erdnîgariya cînarên Tirkiyeyê di nav aloziyekê de ne û hinek kes jî li Tirkiyeyê li dijî “yekîtiya neteweyî” derdikevin.

Bahçelî wiha got:

“Bi pênaseya Başûrê Kurdistanê hewl didin û dixwazin ku bakurê wê jî tescîl bikin.

Kesên ku vê hewldanê didin, dixwazin şansê xwe yê dawî bi kar bînin lê divê ev xwe ji vê yekê dûr bixin.

Bi israrî uslûba cihêkirin û cudakirinê bi kar tînin. Ev yek jihevqetandin e. Li gel vê yekê demokratbûna wan a sexte, azadiya wan a sanal û ezbera wan a gelan a bêbingeh, pûç e.

Hinek alî bi israr bi zimanê terorê diaxivin û ne di rêya rast de ne.

Ev zorê didin sînorê sebr û sebatê. Mecbûr in ku vê yekê bibînin. Pirsgirêkeke Kurd a Komara Tirkiyeyê nîne û  dê ti carî jî nebe.

Pirsgirêka heyî, pirsgirêka terora cudaxwaz e. Teqez koka vê îxanetê dê were bidawîkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst