Li 18 parêzgehan operasyon: 98 kes bi hinceta PKK/KCKyê hatin desteserkirin

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Desteserkirin Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 18 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyonên hevdem de polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girtin û bi hinceta PKK/KCKyê 98 kes hatin desteserkirin.

Di nav desteserkiriyan de berpirsên HEDEPê jî hene.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hatiye belavkirin, îro li 18 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê polîs û hêzên ewlehiyê di operasyonên hevdem de bi hinceta PKK/KCKyê bi ser gelek mal û navnîşanan de girtin.

Di wan operasyonên hevdem de 98 kes hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku di nav desteserkiriyan de berpirsên HEDEPê jî hene.

Parêzgehên ku lê operasyon hatiye kirin ev in:

Agirî, Çewlig, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Mêrdîn, Semsûr, Sêrt û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê û Antalya, Bûrsa, Kocaelî, Mûgla, Osmaniye, Yalova, Îzmîr, Edene û Konyayê yên Tirkiyeyê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst