Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan der barê civîna yekemîn a Desteya Şopandin û Tespîtê û îdiayên derheqê wî de hatine parvekirin peyamek belav kir û got, “Ev parvekirin tevgerên provokatîf in ên dijberên pêvajoyê ne.”
Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser daxuyanî û îdiayên ku van rojên dawî li medyaya civakî tên belavkirin peyamek da.
Ocalan ev îdia derewandin û got, “Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên wan kesan in ku li dijî pêvajoyê ne.”
Daxuyanî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
"Agahî ji bo raya giştî
Rêzdar Serokkomar û Rêzdar Devlet Bahçeli îradeya xwe ya bihêz nîşan dan. Li ser bangewaziya min têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Partiyên siyasî jî piştgiriya dîrokî dan.
Bi vî awayî Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbû Civakî hat pejirandin. Komîsyona ku li gorî vê qanûnê hat avakirin, duh yekemîn civîna xwe pêk anî. Ev nîşan dide ku pêvajo bi gavên zexm bi pêş ve diçe.
Em gihîştine qonaxeke krîtîk. Di vê serdema dîrokî de hin derdor hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev hewlên wan komplo ye û li dijî min in.
Gotin, dîtin, nav, belge û notên ku di medyayê û medyaya civakî de belav dibin û bi min re têne girêdan ne rast in. Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.
Ez dê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û hiqûqa biratiyê hîn zêdetir bi pêş bixim.
Ez her kesî û her alî vedixwînim ku bi ruhê biratiyê, bi hişmendî û bi hestiyarî nêzîk bibin û hewl bidin."
.webp&w=3840&q=75)


