Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Şopandin û Nirxandinê ya ku di çarçoveya "Yasaya Bihêzkirina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de hatiye avakirin, civiya.
Armanca vê komîteyê şopandin, hevahengî û pêkanîna pêvajoya aştiyê ye.
Civîna yekem a komîteyê îro bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz hat lidarxistin û bi dawî bû.
Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Navxwe û Wezîrê Parastinê beşdarî civînê bûn.
Her wiha Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) û Sekreterê Giştî yê Komîteya Ewlehiya Neteweyî jî tevlî civînê bûn.
Tê çaverêkirin ku li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî were belavkirin.
Di civîna ewil de qala binkomîteyan hat kirin.
Koma pisporan a ji bo kar û barên dadî
Li gorî nûçeya NTVyê, tê plankirin ku binkomîteya ewil li ser teslîmkirina çekan û mekanîzmaya piştrastkirinê ya li qadê be.
Tê pêşbînîkirin ku komîte bişopîne bê dê çek li kû derê û kengî û bi çi awayî bên teslîmkirin.
Dê ji bo kar û barên dadî jî komîteyek hebe.
Tê armanckirin ku ev komîteya ku rayedarên Wezareta Dadê û dadwer û dozgerên ku dê di bicihkirinê de cih bigirin tevkariyê lê bikin, dosyeyên endamên PKKyê yên ku teslîm bûne li gorî statuya wan a hiqûqî kategorîze bike.
Lê belê dê dadwerê înfazê biryara bipaşxistina înfazê bide, ne binkomîte.
Pêvajoya lihevhatina civakî û rehabîlîtasyonê
Ji bo pêvajoya lihevhatina civakî û rehabîlîtasyonê ya endamên PKKyê yên ku dê çekên xwe deynin û vegerin Tirkiyeyê jî komîteyek dê bê avakirin.
Tê plankirin ku derûnnas, psîkiyatir, bijîşk û pisporên xizmetên civakî yên ji Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û Wezareta Tenduristiyê di vê komîteyê de werin peywirdarkirin.
Komeke din a xebatê jî dê ji bo serlêdan û qeydkirina kesên ku dixwazin sûdê ji yasayê werbigirin bê avakirin.
Gavên ku bên avêtin, bi mercê weşandina biryara Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya li ser piştrastkirina danîna çekan a PKKyê ve girêdayî ye.
Di yasayê de, ji bo endamên PKKyê yên ku dê di nava 6 mehan de serlêdanê bikin bipaşxistina ceza û înfazê cih digire.



