HDP Kongreya Awarte li dar dixe: Dê hevserokên nû kî bin?

27-08-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Hevserok Cahît Kirkazak Sultan Ozcan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HDP dê 4emîn Kongreya Awarte li dar bixe û hevserokên xwe yên nû hilbijêre.

Di kongreyê de Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan berbijêrên hevserokatiya HDPyê ne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4emîn  Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê li dar dixe.

Hevserokên niha Mîthat Sancar û Pervîn Buldan nabin berbijêr

Bi biryara partiyê, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPyê Sultan Ozcan û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk (YSP) Cahît Kirkazak bûne berbijêr.

Herwiha dê di kongreyê de rêziknameya partiyê jî were guhertin û dê hejmara endamên Meclîsa Partiyê bê kêmkirin.

Li gorî vê yekê, hejmara endamên Meclîsa Partiyê ku niha 100 kes e dê dakeve 50 kesî.

Sultan Ozcanê ji medyayê re ragihand ku HDP dê bi awayê fermî bimîne lê têkoşîna siyasî dê bi rêya YSPyê bê kirin.

Tê çaverêkirin ku di kongreya YSPyê ya meha îlonê de rêveberiya HDPyê di nav YSPyê de cih bigire û karê xwe berdewam bike.

Sultan Ozcan kî ye?

Sultan Ozcan sala 1965an li navçeya Develiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê ji dayik bûye.

Piştî ku 12 salan li Zanîngeha Çukurovayê karmendî kiriye dev ji karê xwe berdaye û di sektora taybet de xebitiye.

Ozcan, gelek salan di sendîka û komeleyan de rêveberî kiriye.

Cahît Kirkazak kî ye?

Cahît Kirkazak sala 1979an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li Zanîngeha Kocaeliyê beşa hiqûqê qedandiye.

Kirkazak, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Doza Kobaniyê ye.

Cahît Kirkazak demekê karmendiya hikûmî jî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst