ENQERE - Malbata Şenyaşaran bi Cîgirê Wezîrê Dadê re civiya

27-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Malbata Şenyaşaran Cigîrê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Şenyaşaran li Enqereyê ya paytexta Tirkiyeyê bi Cigîrê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Ramazan Can re hevdîtinek kir.

Malbata Şenyaşaran çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li ber Dadgeha Rihayê hefteya borî bi dawî kir û veguheste ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferit Şenyaşar û dayika wî Emine Şenyaşar, di roja duyemîn a nobetê de çûne Wezareta Dadê.

Malbata Şenyaşaran piştî ku demekê li ber derî hat rawestandin ji bo nav avahiya wezaretê hat qebûlkirin.

Malbata Şenyaşaran bi Cîgirê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Ramazan Can re civiya û daxwaza edaletê jê kir.

Naverok  û encama civînê ji medyayê re nehat eşkerekirin.

Bûyera Malbata Şenyaşaran

Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de mirov û pasevanên Parlamenterê berê yê AKPyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emine Şenyaşarê kuştibûn û kurekî wê jî birîndar kiribû.

Kurekî Emine Şenyaşarê li dukana xwe û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû ji bo edaletê û tawanbar bêne girtin 9ê Adara 2021an li ber Dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.

Malbata Şenyaşaran di roja 846emîn de çalakiya xwe bi dawî kir.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ê ku di hilbijartina 14ê Gulanê de wek Parlamenterê Partiya Çepên Kesk hatibû hilbijartin roja 16ê Tîrmeha 2023an cara dawî li ber Dadgeha Rihayê nobet girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst