Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser xebatên yasayî yên ji bo pêvajoya nû daxuyanî da.
Omer Çelîk got, "Em niha di qonaxa hûrgiliyên biçûk de ne."
Omer Çelîk piştî civîna Komîteya Birêvebirina Navendî (MYK) ya AK Partiyê axivî.
Ev civîn bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin.
Çelîk da zanîn ku Erdogan di civînê de qala siyaseta navxweyî û ya derve kiriye.
Bi gotina wî Erdogan bi taybetî jî qala pêvajoya çareseriyê kiriye û ji bo xebatên nû ferman dane.
"Em di qonaxa hûrgiliyan de ne"
Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku di pêvajoyê de qonaxeke nû dest pê kiriye.
Wî anî zimên ku ji bo çekdanîn bibe mayînde xebatên li ser çarçoveya yasayî didomin.
Omer Çelîk li ser vê yekê wiha got:
"Ev pêvajo gelekî berfireh e û aliyên wê yên siyasî, hiqûqî, îstîxbaratî û stratejîk hene. Heta vir hatin girîng bû.
Em niha di qonaxa hûrgiliyên biçûk de ne. Rastî ev e ku mijar ji aliyekî din ve nû dest pê dike."
Omer Çelîk destnîşan kir ku divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve û wiha pê de çû:
"Di vê pêvajoyê de rexneyên erênî gelekî biqîmet in. Lê belê gotinên cihêkar zererê didin pêvajoyê. Li Tirkiyeyê ti hevwelatiyê pileduyem nînin. Her kes hevwelatiyê pileyekem e.
Dibe ku navên me cuda bin lê paşnavê me hemûyan Komara Tirkiyeyê ye."
Hişyariya li dijî sabotajê
Her wiha Çelîk hişyarî da ku divê xelk li hemberî hewldanên sabotekirinê baldar be.
Wî da zanîn ku ew dê ji taybetmendiyên dewletê û nirxên gel ti tawîzan nedin.



