Serokê HAK-PARê: Divê temsîliyeteke Kurdan hebe

27-05-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan /Wêne: Rûdaw
Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan /Wêne: Rûdaw
Nîşan HAK-PAR Duzgun Kaplan Kurd Kurdistan Kongre
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 10emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Di kongreyê de Duzgun Kaplan careke din wekî serokê HAK-PARê hat hilbijartin.

Duzgun kaplan di gotara xwe de behsa pêwîstiya destûreke nû ya ji bo Tirkiyeyê kir.

HAK-PAR heman demê dixwaze di destura nû de mafê federaliyê ji bo kurdan bê dayîn.

“Divê temsîliyeteke Kurdan hebe”

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan got, “Lazim e ku temsîliyeteke Kurdan hebe.

100 sal beriya niha temsîliyeteke Kurdan nebû.

Pêwiste Kurd zarokên Kurdan ji bo mafên rewa yên Kurdan temsîliyetek hebe.

Erkê parastina mafê Kurdan û avakirina temsîliyetekê li ser milê me ye û em dixwazin vê yekê bikin.”

Di kongreyê de delegeyên HAK-PARê, Bedevka DEM Partiyê û ji Partiya DEVAyê û çend partiyên din jî mêvan beşdar bûn.

Serokê CHPyê jî bi peyameke niviskî kongreya HAK-PARê pîroz kir.

Aligirên HAK-PARê di salona kongreyê de peyamên xwe ragihandin.

Endamê Reveberiya HAK-PARê Refik Karakoç diyar kir, “Kongre ji bo nûbûn, mezinbûn û berfirehbûna HAK-PARê gelekî giring e.”

“Em dê ji bo yekîtiya Kurdan kar bikin”

Endamê Rêveberiya HAK-PARê Mehmet Şah Eren wiha anî ziman:

“Hêviya me ji vê kongrê ew e ku em bikarin li hemû bajaran nûnertiyên xwe vekin û wan vekirî û aktîf bihêlin, armanca me ya sereke ev e.

Ya duyem jî em dê berdewam ji bo yeketiya Kurdan kar bikin.”

Di kongreya HAK-PARê de ji bilî nivîskar û siyasetmedarên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nûnerên ENKS û PDKSyê yên Tirkiyeyê jî amade bûn.

“Partî gelek in lê heta niha partiyeke ku bibe sîwan tine”

Nûnerê ENKS û PDK-Syê Tirkiyeyê Muslîm Mihemed got:

Pêwendiyên me bi HAK-PARê re demeke dirêj e hene û pêwendiyên me berdewam in.

Ji bo kurdistana Tirkiyeyê pêwîstî bi partiyên çalak û xurt hene.

Partî gelek in lê heta niha partiyeke ku bibe sîwan tine.”

Di encama kongreya HAK-PARê de heman demê endamên encûmena partiyê û endamên lijneya disiplînê jî hatin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst