Parlamenterên DEM Partî û ÎYÎ Partiyê ketin qirika hevdû: 'Tu kî yî ji Alaya Kurdan re dibêjî paçik?'

27-03-2025
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik Gulîstan Kiliç Koçyîgît Turhan Çomez DEM Partî ÎYÎ Partî Alaya Kurdistanê
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) de piştî ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik Alaya Kurdistanê nîşan da nîqaş di nav prlamentern ÎYÎ Partî û DEM Partiyê de derket.

Sirri Sakik Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu ji ber devavêtina Alaya Kurdistanê rexne kir.

Sakik li ser vê mijarê got: "Hin bêhed dibêjin ku ev al nîn e paçik e."

Sirri Sakik li ser kursiya TBMyê Alaya Kurdistanê nîşan da û gotûbêjeke tund di navbera ÎYÎ Partî û DEM Partiyê de derket.

Siyasetmedar Sakik dema Ala Kurdistanê nîşan da wiha got:

"Ev alaya ku hûn dibînin, alayeke pêkhateya li Başûrê Kurdistanê ye û bi awayekî destûrî li Kurdistana Îraqê nûnertiya rêvebiriyê dike û ji aliyê hemû cîhanê ve tê naskirin.

Hinek bêhed dibêjin ku ev al paçik e. Em vekirî û zelal dibêjin, paçika rastîn zihniyeta we ye.

Nijadperestiya we ye, neyartiya we ya dijî Kurdan e. Hûn çima ewqas dijminê Kurdan in?"

Dema Sakik ji ser kursiyê Alaya Kurdistanê nîşan da, parlamenterên ÎYÎ Partiyê bertek nîşan dan.

Hevserokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez li ser Alaya Kurdistanê got, "Kurd mirovên resen in û di pileya yekemîn a vî welatî de ne, her wekî yên din lê hûn xiyanetê li wan mirovan dikin.

Çima gotiye 'paçik', ez ji we re şirove bikim, Ji ber ku ew paçikek e, ne ala ye."

Hevseroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê jî bertek nîşanî Çomez da û bi tundî got:

"Çima sembola gelê Kurd û destkeftiyên wan we aciz dikin? Tu kî yî ku ji Alaya Kurdan re dibêjî paçik?"

Gotina "paçik" wek heqaret bi kar anî

Parlamenterê Bursayê yê ÎYÎ Partiyê Selçuk Turkoglu Ala Kurdistanê ya li pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakurê Kurdistanê hatibû bilindkirin wekî "paçik" bi nav kir û wiha got:

"Êdî em her roj li vir ji axaftinên berdevkên serokê cudaxwaz, qatilê zarokan Apo aciz bûne.

Gelê Tirk jî aciz bûye. Ev der Tirkiye ye; li vir posterê serokê cudaxwaz, qatilê zarokan, caniyê Apo li meydana Stenbolê, li Wanê, li Amedê tê bilindkirin û hemû perçeyên qumaşên li wir tên bilindkirin ji bo me paçik in, paçika ku behsa wê tê kirin ev e.

Barzanî ne tenê navê malbatekeyê ku ku xiyanet di kodê wan ê genetîkî de ye lê navê wê misyonê ye ku dixwaze piştî Îraqê, pêkhateyeke duyemîn a cudaxwaz li Tirkiyeyê çêbike.”

"Tu kî yî ku ji alaya Kurdan re dibêjî paçik"

Hevseroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê bertek nîşanî Turkoglu da û got:
“Parlamenterên ku rexneyê li pêvajoyê digirin zimanekî bi kar tînin ku pêvajoyê jehrî dikin û civak û nirxên wê diêşîne.

Li vî welatî hin kes dixwazin ji xwîn, hêstiran û êşê xwedî bibin. Hin kes dixwazin ku Pirsgirêka Kurdan çareser nebe û ew jî bi rehetî li malên xwe rûnên.

Em dijî vê siyasetê ne, em li aliyê çareseriyê ne û em nahêlin kes tiştekî li ser nirxên me bibêje."

Li aliyê din Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez jî diyar kir ku bertekên Parlamenterên DEM Partiyê bi israr dixwazin koma wan wekî dijminê Kurdan binav bikin û wiha got:

"Kurd, wekî kesên din, mirovên resen û yên pileya yekem ên vî welatî ne lê hûn li wan xiyanetê dikin.

Hûn dengên wan ên ji dil jî îstîsmar dikin, çunkî hûn bi talîmatên ku ji çiyê, ji Qendîlê, ji Îmraliyê werdigirin hestên wan ên ji dil jî xerab dikin.

Ma hûn dizanin çima got 'paçik', ez ji we re şîrove bikim: Çunkî ew paçik e, ne ala ye."

"Tu kî yî ji Alaya Kurdan re dibêjî paçik?!"

Koçyîgîtê li hemberî Çomez wiha bertek nîşan da:

"Ji kengî ve heqaret bûye axaftin? Mebesta parlamenterê we yê ku li meclisê bi taybetî êrişî DEM Partiyê dike dixwaze li ser heqareta gelê Kurd rojevê çêbike.

Çima sembolên gelê Kurd, destkeftiyên gelê Kurd we aciz dikin? Herêma Kurdistana Federal a li ser axa Îraqê ya ku ji aliyê navneteweyî ve hatiye naskirin ji bo me jî tiştekî girîng e.

Çi heqê te ye ku tu jê re dibêjî paçik! Tu kî yî ku ji Alaya Kurdan re dibêjî paçik, tu kî yî?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst