Antalya: Komeleyek, ajelên ku di nav agir de asê mane rizgar dike

26-07-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Antalya Ajel Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê agir bi daristanan ket û tîm heta niha jî hewla vemirandina agir didin. Tîm hem agir vedimirînin hem jî hewla rizgarkirina ajelên ku di nav şewatê de asê mane didin.

Endamên Komeleya Parastina Ajelan (Patî), li nav daristanên Antalyayê yên ku di agirê du rojan de bûne xwelî li ajelên sax mane digerin.

Endamên komeleyê piştî ajelan dibînin wan dibin û midaxeleya tibî ya destpêkê dikin.

Endamên komeleyê pisîkeke zerik a şêrîn ku pence û lingên wê şewitî ne dîtiye û wê derman dikin.

Endamê Komeleya Parastina Ajelan Faruk Açik anî ziman, “Lingên wê şewitî ne. Piştî ku me rizgar kir hevalên me yên veterîner lingên wê derman kirin. Em bi hevalên xwe yên veterîner re li deverên agir bi daristanê ketiye digerin. Em ajelên di nav agir de asê mane rizgar dikin.”

Pisîk û kîsoyên hatine rizgarkirin bi şens bûne, bi birîndarî hatine rizgarkirin û niha di destên ewle de ne lê di agirê daristanên Antalyayê de bi hezaran ajel û candar şewitîne.

Veterîner Ahmet Aydogdu got, “Derbarê ajelên rizgarkirî de, em dermankirina destpêkê dikin, piştre em dişînin klînîka herî nêzîk yan jî Enqereyê. Em ji ber derketina agir gelekî xemgîn in. Ti pirsgirêka ajelên me yên ku hatine rizgarkirin nînin lê dema em wan dişînin klînîkê li wir pişkinînên giştî li wan tên kirin.”

Navenda Komeleya Parastina Ajelan a ku ji 18 kesan pêk tê li Enqereyê ye lê tîmên wan li Antalya, Manîsa, Çanakale û deverên ku agir bi daristanan ketiye li ser kar in û hewl didin ajelan ji agir rizgar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst