Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edîrneyê, lêgerîna du zarokên Kurd ên ji bajarê Silêmaniyê ku di Çemê Merîçê de winda bûne, di roja sêyem de berdewam dike.
Ev malbata 5 kesî tevî sê penaberên din, êvara 14ê Çiriya Pêşîn dema hewl didan bi bêlemê derbasî Yunanistanê bibin, ji ber qulibîna bêlemê ketin nav avê.
Di bûyerê de dayik, bav û zarokek hatin rizgarkirin lê belê zarokê 10 salî yê bi navê Heryad Herêm Mihemed ku biribûn nexweşxaneyê, li wir canê xwe ji dest da.
Her du zarokên din ên malbatê di nav pêlên çêm de winda bûn û tîmên rizgarkirinê ji bo dîtina wan xebatên xwe didomînin.
Tîma Rûdawê ev du roj in ku li Edîrneyê bûyerê û xebatên lêgerînê ji nêzîk ve dişopîne. Niştecihên gundên sînor ji Rûdawê re ragihand ku qaçaxçî tim penaberan dixapînin û dibin sedema xeniqîna wan a di nav avê de.
Hem gundiyên li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê hem jî niştecihên Edîrneyê ji ber mirina zarokekî û windabûna du zarokên Kurd xemgîn in.
Ew daxwaz dikin ku li ser xeta sînor tedbîrên pêwîst bên girtin û cezayên giran li ser qaçaxçiyan bên sepandin.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, dayîk û bavê zarokan tevî sê penaberên din niha li Birêvebiriya Koçberan a Edîrneyê tên girtin.
Li aliyê din, hêzên ewlehiyê nasnameya her sê qaçaxçiyan tespît kiriye û ji bo girtina wan dest bi operasyonê kiriye.
Xewna jiyaneke nû ya li Ewropayê nîvco ma
Ev malbat ji bo destpêkirina jiyaneke nû ya li Ewropayê, ji Silêmaniyê ber bi Stenbolê ve ketibû rê lê belê ev hewldan ji bo sê zarokên malbata Herêm Mihemed Rehîmê 41 salî û Hozan Reza Rostema 37 salî bû ken û dilxweşiya dawî.
Bêlema ku wan di ser Çemê Merîçê re derbasî Yunanistanê bike, ji bo her sê zarokan bû goristan.
Ew malbata bextewar a 5 kesî niha bi xemeke mezin re rû bi rû ye û neçar e ku bi cenazeyên zarokên xwe ve vegere Silêmaniyê.
Li bajarê Edîrneyê, ji bo dîtina her du xwişk û birayên winda yên ji Silêmaniyê xebatên lêgerînê di roja sêyem de didomin.
Tevî hemû hewildan û lêgerînan jî heta niha ti şop û rêça Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî û Lewan Mêla Herêma 5 salî nehatiye dîtin.
Qaçaxcî penaberan li ber mirinê dihêlin
Qaçaxçiyên penaberan pir caran bi sozên derbasbûna hêsan mirovan dixapînin lê belê encama van çîrokan pir caran bi awayekî trajîk bi dawî dibe.
Di vê bûyerê de jî qaçaxçiyan di nav daristanê de li bêlema ku cihê 4 kesan tê de heye 8 kes siwar kirine û piştî bûyerê ew li ber mirinê hiştine.
Nasîf Turan ku nêzîkî sînor, niştecihê gundê Bosnayê ye got ku gundê wan tekane gundê bejayî yê li ser sînorê Yunanistanê ye.
Ew destnîşan dike ku ji ber qaçaxçîtiyê hinek caran pir ditirsin û qaçaxçî ji Stenbolê tên wir. Turan diyar kir ku pêwîst e hêzên ewlehiyê divê li Stenbolê midaxeleyî wan bikin lewra qaçaxçî tenê ji bo pereyan mirovan dişînin nav avê.
Mehmet Irgaş ku ew jî li gundê Bosnayê dijî diyar kir ku berê li vir derbasbûna xelkê zêdetir bû lê niha kêm bûye.
Irgaş anî ziman ku derbasbûna ji avê xetereyeke mezin e û ew pir li ber van bûyeran dikeve lewra hemû jî ruh û can in.
Zarokê 10 salî yê bi navê Heryad Herêm Mihemed êvara 14ê Çiriya Pêşîn li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî niha li morga Nexweşxaneya Trakyayê ya Edîrneyê ye.
Fatmaya ku nişteciheke Edîrneyê ye xemgîniya xwe anî ziman û daxwaz kir ku kontrol û tedbîr bên zêdekirin da ku kêmasî bên temamkirin.
Ferhat Korucu yê ji Edîrneyê jî got ku gel ji van bûyeran pir dilgiran e. Ew hêvî dike ku zarokên winda zû bên dîtin û diyar dike ku xelkê Edîrneyê êdî naxwaze navê bajêr bi bûyerên wiha ve bê bibîranîn ji ber ku ji aliyê wijdanî ve ev rewş pir dijwar e.
Ji bo alîkariyê tîmên pispor hatin şandin
Xebatên tîmên AFADê, cendirme û polîsan li nav çem û derdora wê berdewam dikin lê belê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê xebat zêdetir nava rojê tên meşandin.
Ji bo alîkariyê ji bajarên Îzmîr, Çanakkale û Tekîrdagê jî tîmên pispor hatine şandin.
Dayîk û bavê zarokan tevî sê penaberên din niha li Birêvebiriya Koçberan a Edîrneyê tên girtin. Tevî ku hewldan hatin kirin jî birêvebirî destûr neda ku tîma Rûdawê hevdîtinê li gel wan pêk bîne.
Hêzên ewlehiyê nasnameya her sê qaçaxçiyan tespît kiriye. Hat zanîn ku yek ji wan bi navê Rêkan welatiyê Herêma Kurdistanê ye û du kesên din ên bi navên Mustafa A. û Mustafa A. welatiyên Tirkiyeyê ne. Hêzên ewlehiyê ji bo girtina wan xebatên xwe berdewam dikin.
Dê û bavê dilşewat li ser sînorê Edîrneyê li benda nûçeyekê ne û malbatên wan ên li Silêmaniyê ku 2 hezar û 300 kîlometreyan ji wan dûr e, çavên wan li rêya dîtina zarokên winda ne.


