Demîrtaş: Vîze rabe Kurd dê berê xwe bidin Ewropayê

26-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hevserokê HDPê Salahattîn Demîrtaş, ragihand ku eger Yekîtiya Ewropayê vîzeyê rake dê Kurd bi qeflan berê xwe bidin welatên Ewropayê.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahettîn Demîrtaş derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axifî û got ku partiya wî ligel rakirina vîzeyê ye, lê eger Yekîtiya Ewropayê vîzeyê rake dê Kurd koçî welatên Ewropayê bikin.

Demîrtaş, da zanîn ku eger şer berfireh bibe dê şepoleke nû ya koçê dest pê bike û got: ``Ne tenê Kurd dê Tirk jî ber bi Ewropayê birevin. Loma ji bo Tirkiye dîsan bi PKKê re dest bi danûstandinan bike divê Yekîtiya Ewropayê zextê li Tirkiyê bike û ev yek di berjewendiya wê de ye.``

Pisporê Tirkiyê li Enstîtuya Siyaseta Ewlekarî û Pêşketina Elman Gareth Jenkins jî diyar kir ku eger vîze rabe tê çaverêkirin ku Kurd di serî de nêzîka 400 - 500 hezar kes koçî Ewropayê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst