Hewlêr (Rûdaw) - Bi çend dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re ragihand ku bi 5 dronan êrişî baregehên wan û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku ev êriş li Geliyê Balîsanê yê li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin û di encamê de tenê zerera madî çêbûye.
3 dron hatin xistin
Hat eşkerekirin ku 2 dron li nêzîkî baregehan ketine û 3 dron jî ji aliyê balafirên Hevpeymanan ve hatine xistin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî jî ji Rûdawê re anî ziman ku 5 dron ber bi baregehên wan û PDKÎyê ve hatine şandin û da zanîn:
"2 dron li nêzîkî baregehên PDKÎyê ketin û 3 dron jî ji aliyê balafirên Hevpeymanan ve hatin xistin."
Baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û PDKÎyê li wê deverê gelekî nêzîkî hev in.
Ev êriş di demekê de ye ku doh jî bi 2 dronan êrişî kampa malbatên PDKÎyê ya li Koyeyê hatibû kirin.
Berpirsekî PDKÎyê ji Rûdawê re ragihandibû ku di wê êrişê de jî tenê zerera madî çêbûye.



