Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Vejînê ya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Berdevkê wan Ferîd Azad piştî darizandinê ducare hatiye desteserkirin.
Tevgera Vejînê ya Kurdistanê da zanîn, "Hevalê me Ferîd Azad di encama darizandinê de ceza lê hat birîn û biryara girtina li malê ji bo wî hat dayîn."
Li gorî daxuyaniyê, dema ku ew tevî 3 hevalên xwe ji dadgehê derketine, polîsan rê nedaye ku ew ji bo agahdarkirinê vîdeoyekê bikişînin.
Tevgera Vejînê ya Kurdistanê eşkere kir ku “polîsan êrişî wan kiriye, ew derb kirine û ew birine navenda polîsan, niha her 4 kes ji bo îfadeyê di qereqolê de ne.”
Çi bûbû?
Berdevkê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferîd Azad îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê wî desteser dikin.
Ferîd Azad 25ê Gulanê vîdeoyek belav kiribû ku tê de li gel leşkerekî Tirk nîqaş dikir.
Wî di wê vîdeoyê de destnîşan kiribû ku ew “li welatê xwe bi Tirkî naaxive û leşkeriyê ji bo Tirkan nake.”
Her wiha wî 7ê Hezîranê li kafeyekê vîdeoyek belav kiribû û ragihandibû ku xebatkarên kafeyê daxwaza wan a muzîka Kurdî red kiriye.
Xebatkarên kafeyê gotibûye ku li gorî şêwaza wan ew muzîka Kurdî venakin.
Ferîd Azad piştî parvekirina vîdeoya dawî li ser medyaya civakî ji aliyê hinek derdorên nijadperest ve hatibû armanckirin.
Berdevkê Vejînê îro danê sibehê ragihandibû ku hêzên ewlehiyê bi ser mala wî de girtiye û ew desteser kiriye.
Wî di parvekirina xwe de wiha nivîsîbû:
“Niha hêzên ewlehiyê yên Tirkan hatine malê, min dibin.
Me serî daniye rê û bi Xwedayê Kurdistanê bestiye pişt.”



