Erdogan: Êrişkar ji Sûriyeyê hatine

25-10-2024
Nîşan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan HPG Sûriye Rojavayê Kurdistanê Lûtkeya BRÎCSê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku êrişkarên TUSAŞê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne.

Recep Tayyîp Erdogan di rêya vegera ji Qazana paytexta Tataristanê de li balafirgehê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya BRICSê bibe çûbû Tataristanê.

Erdogan bal kişand ser êrişa li dijî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) ya li navçeya Kahramankazana Enqereyê.

Erdogan tekez kir ku ew bi taybetî dizanin ku ew êrişkar ji bo êrişê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne û wiha got:

"Rêxistina terorê ya ku ji bêîstiqrariya li Sûriyeyê îstifade dike, dixwaze bikeve bin hîmayeya hin dewletên Rojavayî lê ev hewldaneke vala ye.

Êdî rastiyeke ku tê zanîn heye, Amerîka rêxistinên terorê yên li herêmê ji bo berjewendiya xwe û ewlehiya Îsraîlê bi kar tîne.

Em ji bo ku terorê û çavkaniya wê bi temamî biqedînin xebatên xwe didomînin.

Çavkaniya wê jî Sûriye ye. Ji bo vê jî çi hewce bike, em dê bikin."

Her wiha Erdogan eşkere kir ku dê xebatên wan ên di warê duristkirina çavkaniyên pîşesaziya parastinê berdewam bikin û "dê guh nedin bêbextan".

Çi bûbû?

23yê Çiriya Pêşînê êrişeke çekdarî li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê de 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) îro berpirsiyariya êrişê li xwe girt.

NPGyê di daxuyaniya xwe de got:

“Çalakiya fedaî ya ku 23yê Çiriya Pêşînê saet 15:30î li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞê hate kirin, ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin.

Lehengên vê çalakiya dîrokî jî hevrêyên me Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Rojger Hêlîn (Alî Orek) in.

Ev çalakiya ku demeke dirêj beriya niha hatibû plankirin û bi rengekî serkeftî bi cih hate anîn, ti eleqeya wê bi rojeva siyasî ya meha dawî re nîne ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst