Zarokek 2 rojan winda ma, termê wî hat dîtin

25-10-2023
Nîşan Tokat Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Turhalê ya bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê termê zarokekî 12 salî hat dîtin ku 2 roj berê winda bûbû.

U.G.yê 21 salî bi tohmeta ku ew zarok kuştiye hat desteserkirin û li xwe mikur hat.

Li gorî nûçeya DHAyê, Dursun Efe piştî ku ji dibistanê hatiye bi duçerxeyê xwe ji malê derketiye.

Dêya wî Aslihan Guneşa ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Turhaliyê dixebite dema ji kar derketiye, dîtiye ku kurê wê ne li malê ye.

Aslihan Guneşê piştî ku kurê xwe nedît, polîs agahdar kirin.

Li ser lêpirsîna polîsan, derket holê ku Dursun Efe Andiç bi U.G.yê 21 salî re duçerxe ajotiye.

Piştî vê yekê U.G. hat desteserkirin û ew di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku ew zarok kuştiye.

Cenazeyê Andiç kîlometreyekê durî duçerxeyê wî li devereke bidar a Arapbaglariyê hat dîtin.

Herwiha hat diyarkirin ku Dursun Efe Andiç bi kêrê hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst