Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê hosteyê PVCyê Alî Gulogluyê 45 salî ji aliyê zarokekî 16 salî ve hat kuştin.
Polîsan li ser bûyerê kujer û kesê ku ew sor kiriye desteser kirin.
Bûyer 20ê Tîrmehê li taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Yuregîrê ya Edeneyê rû da.
Du kesên ku kask li serê wan bûn bi motorsîkletê çûn ber kargeha Alî Guloglu.
A.E.M.yê 16 salî ji motorsîkletê peya bû, ket hundir û gule li Guloglu reşandin.
Alî Gulogluyê ku ji zik û lingê xwe birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê lê doh li nexweşxaneyê mir.
300 saet dîmen hatin kontrolkirin
Tîmên Buroya Kuştinê ya Birêvebiriya Ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîneke berfireh da destpêkirin.
Wan dîmenên kamerayên ewlehiyê yên nêzîkî 300 saetan kontrol kirin.
Polîsan di encama lêkolînan de A.E.M. û F.E.yê ku alîkariya wî kiribû desteserkirin.
A.E.M. di îfadeya xwe de îdia kir ku S.E.yê 26 salî ew ji bo vê êrişê sor kiriye.
Li ser vê yekê polîsan S.E. jî desteser kir.
Li gorî lêkolînan, birayê Alî Guloglu deynê S.E. nedaye û ji ber vê yekê di navbera wan de neyartî hebûye.
A.E.M. û S.E. piştî kar û barên li ewlehiyê şandin dadgehê.
Dadgehê biryara girtina her du gumanbaran da.
F.E. bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Polîs ji bo girtina gumanbarê ku motorsîklet diajot xebatên xwe didomînin.


.webp&w=3840&q=75)