Li Deryaya Egeyê 71 koçber hatin desteserkirin

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan Deryaya Egeyê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ayvalikê ya Balikesîrê li nav Deryaya Egeyê, koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê van demên dawî zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên ewlehiyê yên peravan duh li nav Deryaya Egeyê di nav du belemên cuda de 71 koçberên ku dixwest biçin Yunanistanê desteser kirin.

Di nav koçberan de 20 zarok hebûn.

Hêzên ewlehiyê 71 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Balikesirê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst