Sirri Sureyya Onder rakirin nexweşxaneyê

23-12-2023
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê rewşa parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têk çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Doh di gotûbêjên li ser budceya Serokkomariya Tirkiyeyê de rewşa tendirustî ya Wekîlê Serokê Parlamentoyê û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder têk çû.

Dema ku Onder Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê bi rê ve dibir tansiyona wî daket û ji ber wê yekê ew ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hat ragihandin ku Onder di çavdêriya bijîşkan de ye û dê demekê li nexweşxaneyê bimîne.

Piştî têkçûna rewşa Sirri Sureyya Onder Wekîla Serokê Parlamentoyê ya CHPyî Gulîzar Bîçer Karacayê rûniştina Parlamentoyê bi rê ve bir û gotûbêjên li ser budceyê berdewam kirin.

Li aliyê din DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got:

“Wekîlê me yê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder ji ber ku tansiyona wî ketiye, li nexweşxaneyê ji bo bin çavdêriya bijîşkan hatiye wergirtin.

Rewşa Onder baş e û ji bo pişkinînên pêwîst jê re bên kirin dê îşev (şeva Înê) li nexweşxaneyê bêhna xwe vede.”

Li aliyê din, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û ragihand ku rewşa Onder baş e û ji bo temamkirina tehlîl û pişkinînên pêwîst dê demekê li nexweşxaneyê bimîne.

Herwiha Koca hêviya başbûn û silametiyê bo Wekîlê Serokê Parlamentoyê xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst