Navê HEDEPê nehat qebûlkirin!

23-11-2023
Nîşan HEDEP HADEP Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay) qebûl nekir ku navê Partiya Çepên Kesk bibe HEDEP.

Partiya Çepên Kesk biryar dabû navê xwe bike Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê bi hinceta ku “HEDEP, HADEPê bi bîr tîne” ev kurtkirin qebûl nekir.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryar da ku HEDEP, navê HADEPê bi bîr tîne û dibe ku ev nav werin tevlîhevkirin.

Dadgeha Bilind biryara xwe ji HEDEPê re şand û jê xwest ku kurtkirina navê partiye xwe biguhere.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan an dê kurteya navê xwe biguhere yan jî dê îtirazî vê biryarê bike.

Tê payîn ku Berdevka HEDEPê Ayşegul Doğan sibe biryara partiya xwe eşkere bike.

Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) sala 1991ê hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst