STENBOL - Rêvebirekî DBPyê hat desteserkirin

23-10-2023
Nîşan Stenbol DBP Desteserkirin Alî Gultepe Cuneyt Yeşîlyurt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, endamê Meclîsa Rêveberiya DBPyê Alî Gultepe û endamê HDPyê Cuneyt Yeşîlyurt hatin desteserkirin.

Polîsan vê sibehê li Stenbolê bi ser hinek mal de girt.

Di “operasyonê” de endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Gultepe û endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cuneyt Yeşîlyurt hatin desteserkirin.

Alî Gultepe û Cuneyt Yeşîlyurt birin Rêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê.

Li aliyê din, operasyona polîsan berdewam dike û dibe ku hejmara kesên bên desteserkirin zêde bibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst