Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir li ser girtina Îmamoglu got, “Hukmê vê biryarê nîne.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi hinceta “gendeliyê” hat girtin.
“Hukmê vê biryarê nîne”
Wekîlê Serokê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê biryarê da û got:
"Hûn dikarin kelemçeyan bixin destên Ekrem Îmamoglû, lê hûn nikarin kelepçeyan bixin dilê gel!
Ev gel dê destûrê nede hûn Ekrem Îmamogluyê ku we nekarî di sindoqan de têk bibin, bi darbeya dadê rawestînin.
Ev kursî ku bi dengên helal hatiye standin, bi fermana heram nayê talankirin! Hukmê vê biryarê nîne! Em dê li meydanan, li kolanan, li her derê bin!"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse