Ozgur Ozel li ser devavêtina Mansur Yavaş 'helalî' xwest

24-03-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Ozgur Ozel Mansur Yavaş Alaya Kurdistanê Baroyên Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, li ser Mansur Yavaş "helalî" xwest.

Ozgur Ozel li ser gotinên Mansur Yavaş ên li ser Alayê Kurdistanê de got, "Kî li ser vê kursiyê axivîbe, eger peyva wî dilê kesekî hiştibe, wekî Serokê Giştî yê partiyê ez helaliyê dixwazim."

Daxuyaniyên Mansur Yavaş ên di xwepêşandana 22yê Adarê ya li Saraçhaneyê, bûn sedema nerazîbûna Kurdan.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş doh ji Alaya Kurdistanê re gotibû “paçik” her wiha piştî wê gotina wî baroyên bajarên Wan, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dijî Mansûr Yavaş doz vekiribûn.

Peyvên Mansur Yavaş di konferansa rojnamegeriyê ya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û Ozgur Ozel a Saraçhaneyê jî de hat rojevê.

Ozgur Ozel li ser pirsa li ser gotinên Mansur Yavaş got, "Peyama partiyê ya derbarê vê mijarê de, ew peyama ku ji devê Serokê Giştî hatiye bihîstin"

Serokê Giştî yê CHPyê her wiha îşev li Saraçhaneyê bêyî ku navê Mansur Yavaş bîne ziman amaje bi gotinên wî kir û got:

"Li ser vê kursiyê, li vê meydanê me 5 roj in gelek axaftin kirin. Hevok bê şaşî nabe.

Kî li ser vê kursiyê axivîbe, eger peyva wî dilê kesekî hiştibe, wekî Serokê Giştî yê partiyê ez helaliyê jê dixwazim.

Ez careke din Newroza hemû xwişk û birayên xwe yên Kurd pîroz dikim, ji vê derê silavan ji Selahattîn Demirtaşê ku li Edîrneyê girtî ye re dişînim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst