Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik derbarê hevdîtina xwe ya li gel Erdogan got, “Min got divê Parlamento nekeve betlaneyê û di mehên havînê de ji bo pêvajoyê sererastkirinên yasayî werin kirin.”
Hefteya borî di çapemeniya Tirkiyeyê de nûçe belav bûn ku dema xebatê ya Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) dê were dirêjkirin.
Her wiha hatibû gotin ku ji bo pêvajoya çareseriyê hewldanên cidî hene da ku gavên yasayî werin avêtin.
Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik da zanîn ku wî ev pêşniyar rasterast gihandiye Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.
Sirri Sakik 3yê Hezîrana 2026an bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Sakik li ser naveroka hevdîtina xwe zanyarî dan Rûdawê.
"Em li benda biryareke fermî ne"
Sakik diyar kir ku divê ji bo pêvajoyê gav werin avêtin û got:
"Di wê hevdîtina ku min bi Serokkomar re kir de, min got divê Parlamento nekeve betlaneyê û di mehên havînê de ji bo pêvajoyê sererastkirinên yasayî werin kirin.
Piştî çend rojan Serokê Parlamentoyê jî daxuyaniyeke wiha da.
Ev hemû bipêşketinên erênî ne lê heta niha em li Parlamentoyê di vê mijarê de ti gavên pratîk nabînin.
Em jî li bendê ne ku Parlamento nekeve betlaneyê, biryareke fermî bide û vê yekê eşkere bike.”
Sakik destnîşan kir ku dema qala pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan tê kirin, divê qanûnên nû werin derxistin.
"Niha dora Parlamentoyê ye"
Wî li ser pirsa "Ma dê DEM Partî ji bo gotûbêjkirina pêvajoya çareseriyê serdana partî û siyasetmedaran bike yan na?" ev bersiv da:
"Bi rastî pêwîst nake DEM Partî biçe ti derê. Rastiya meselê ew e ku divê Parlamento erka xwe bi cih bîne.
DEM Partî ji roja ewil ve aktîf e. Cihê ku neçûyê, partiya siyasî ya ku ziyareta wê nekiribe nemaye.
DEM Partî ev 25 meh in li kolanan e, di nava xelkê de ye. Niha dora Parlamentoyê ye ku gavê biavêje."
"Mafê ti kesî nîne vê yekê paşguh bike"
Sakik pirsa Rûdawê ya "Cudahiya vê pêvajoya çareseriyê ji serdemên borî çi ye?" wiha da:
"Li vê derê cihê rayedar Parlamento ye. Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke 100 salî ye û em di çareseriya vê pirsgirêkê de rûbirûyî polîtîkayên red, îmha û înkarê man.
Va ye îro jî hîn hinek kes hene ku naxwazin hinek rastiyan qebûl bikin. Lê pêvajoyeke gihîştî li holê ye û mafê ti kesî nîne ku vê yekê paşguh bike yan jî paş bixe."
Peyama piştî hevdîtinê
Sakik piştî hevdîtinê ji hesabê xwe yê medyaya civakî yê Xê, wêneyekî xwe yê bi Erdogan re yê li Qesra Serokkomariyê parve kiribû û ev gotin bi kar anîbûn:
“Doh êvarî min bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kir. Di hevdîtina me de, min daxwazên gelê me yên ji bo aştî, demokrasî û edaletê gihandin wî.
Her wiha min daxwaz û hêviyên gelê me yên ji bo pêşveçûna pêvajoya ‘Civaka Demokratîk û Aştiyê’ bi gavên şênber pêşkêş kirin.
Min diyar kir ku divê ev pêvajoya dîrokî gelekî di ser siyaseta rojane re were nirxandin.
Min anî zimên ku derketina xwîn, hêsir û şer a ji rojeva Tirkiyeyê bi temamî, xwesteka hevpar a civakê ye.
Her wiha, min li ser xizanî, pirsgirêkên di gihîştina xizmetguzariyên tenduristiyê, bêkarî û koçê de yên li herêma me û welatê me, bi taybetî jî li Agiriyê, axivî. Min ew pirsgirêkên bingehîn anîn rojevê û pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin.
Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtbûna aştiyê ya li welatê me bibe alîkar û ez spasiyên xwe pêşkêş dikim.”
Tevî rexneyên DEM Partiyê û daxwazên wan ên ji bo lezkirina pêvajoyê jî xebatên li Parlamentoya Tirkiyeyê yên li ser pêvajoya çareseriyê didomin.
Heta niha ti qutbûn çênebûye. Niha çavên her kesî li gavên yasayî ne ku dê ji aliyê dewletê ve werin avêtin.
.webp&w=3840&q=75)


