RAPIRSÎ - Dengên AK Partiyê li kîjan 40 bajarî kêm bûne?

21-02-2024
RÛDAW
Nîşan ASAL Rapirsî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ASALê dengên partiya desthilatê AK Partiyê li 40 bajaran kêm bûne.

Rêjeya dengên DEM Partiyê jî li 4 parêzgehan kêm bûye.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ASALê encamên rapirsiya xwe ya dawî ya derbarê hilbijartinan de îro belav kirin.

Ew rapirsî di navbera 21-29ê Çileya 2024an de ligel 2 hezar kesên li bajarên cuda hatiye kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan hatiye pirsîn, “Eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Li gorî encaman rêjeya dengên partiya desthilatê AK Partiyê li gorî encamên hilbijartinên xwecihî yên 2019an li 40 bajarî kêm bûye ku ew kêmbûn li 18 ji wan bajaran zêdetirî 10 xalan e.

Rêjeya dengên partiya sereke ya mixalefetê CHPyê jî li 3 bajarên mezin zêdetirî 10 xalan kêm bûye.

Dengên DEM Partiyê jî li 4 parêzgehan kêm bûne lê Partiya Yenîden Refahê li parêzgeha Riha û Yozgatê dengên xwe zêde kirine.

Li gorî encamên ku Rêveberê ASALê Adem Belede li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kirine ew bajarên ku dengên AK Partiyê lê kêm bûne ev in:

10 puan û zêdetir: Trabzon, Riha, Yozgat, Çewlîg, Meletî, Sakarya, Erzirom, Karabuk, Mereş, Xarpêt, Kocaelî, Rîze, Ordu, Bursa, Balikesîr, Nevşehîr, Samsun, Konya.

Di navbera 7-10 xal: Semsûr, Agirî, Dîlok, Bedlîs, Şirnex, Denîzlî, Afyonkarahîsar

3-6 xal: Aksaray, Çorum, Duzce, Gîresun, Gumuşhane, Isparta, Kîlîs, Kirikkale, Mûş, Nîgde, Sêwaz, Tokat, Uşak, Zonguldak.

Ew bajarên ku dengên CHPyê lê kêm bûne jî ev in:

10 xal û zêdetir: Edene, Hatay, Îzmîr

Di navbera 7-10 xal: Enqere, Antalya, Çanakkale, Eskîşehir, Stenbol

3-6 xal: Erdexan, Artvîn, Aydin, Bilecîk, Bolu, Burdur, Edîrne, Kirşehîr, Mersîn, Mugla, Sînop, Tekirdag, Yalova.

Li gorî rapirsiyê dengên DEM Partiyê jî li parêzgehên Êlih, Îdir, Colemêrg û Çewlîgê kêm bûne.

Li aliyê din Partiya Yenîden Refahê jî li bajarê Yozgatê ji sedî 25 û li Rihayê jî zêdetirî ji sedî 20 dengên xwe zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst