Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser mijara qeyûman alozî çêbûn.
Li Parlamentoya Tirkiyeyê hevdîtinên li ser budceyê berdewam dikin.
Dema Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya xwest tevlî hevdîtinan bibe hinek parlamenterên CHPyê rê li berê girt.
Parêzvanên Yerlîkaya midaxele kir û hinek alozî çêbûn.
Parlamenterên CHPyê got, “We em nexistin Şaredariya Esenyurtê, em jî wî (Yerlîkaya) naxin meclisê.”
Parêzvanên Alî Yerlîkaya ew parlamenter dan ber dehfan û ber bi jûra civîne ve çûn.
Piştî vê yekê Serokwekîlê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir, Velî Agbaba û hinek parlamenteran û Wezîr Yerlîkaya dehf dan hev.
Alî Mahîr Başarir bertek nîşanî Yerlîkaya da û got, “Tu kê dehf didî?”
Piştî wê di navbera Alî Mahîr Başarir û Alî Yerlîkaya de nîqaşeke tund rû da.
Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn hat desteserkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê pişt re qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê kir.
Divê were gotin ku Ahmet Ozer namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bû.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn jî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse