Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di beşa yekem a belgefîlma 'Birêz Kemal û Hevpeymanên Wî' de ku roja 19ê Îlonê hatiye belavkirin, got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi desteyeke rewa heye. Em dikarin HDP'ê wek organek rewa bibînin.”
Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku li gor nêrîna wî pêwîst e HDP di parlamentoya Tirkiyê de bimîne, ji ber ku organek rewa ye û piştgiriya xelkê heye. Kiliçdaroglu da zanîn, ku wî di hilbijartinên 2015'an de jî piştgirî daye HDPê ji bo ku wek partî bikeve parlamentoyê.
Kilicdaroglu derbarê Pirsgirêka Kurd de jî axivî û got: “Pirseke Kurd heye ku siyaset 35-40 sal in nikare çareser bike. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye. Dewlet nikare organeke nerewa muxateb bigre.”
'Em dikarin bi HDP'ê re Pirsa Kurd çareser bikin'
Di berdewamiya axavtina xwe de, Serokê Giştî yê CHPê diyar kir, ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, Îmralî ku bi gotina wî organek nerewa ye, wek muxateb wergirt û tekez kir, ji bo çareserkirina Pirsa Kurd, pêwîst e organek rewa wek HDPê bibe muxatebê dewletê.
Kiliçdaroglu wiha got: “Erdogan ev kir. Dewletê Îmralî muxatap wergirt. Îmralî ne organeke rewa ye. Organa rewa kî ye? Em dikarin HDPê wek organeke rewa bibînin. Piştgiriya xelkê heye, hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirs çareser bibe, bi organeke rewa, bi HDPê re em dikarin çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e HDP li parlamentoyê be.”
Kilicdaroglu herwiha got: “Min di hilbijartinên 2015an de piştgiriya wê yekê kir ku HDP wek partî bikeve parlamentoyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse