Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê li ser guhertina cihê Abdullah Ocalan got, "Ocalan dê Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê bi rê ve bibe. Pêwîst e ev koordînasyon êdî di demeke herî kurt de bi awayekî pratîk dest bi xebatan bike."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullarî û şandeya pê re, li Edîrneyê çûn serdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Ev serdan di salvegera operasyonên 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de pêk hat.
Şandeyê piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyanî da.
Hatimogullariyê li wê derê pirsên Rûdawê yên li ser rojevê bersivandin.
"Divê koordînasyon biçe giravê"
Li ser pirsa Rûdawê "Derbasbûna Birêz Ocalan a ji bo xaniyekî nû tê wê wateyê ku di vê pêvajoyê de astengî hatine derbaskirin û gelo di demeke nêzîk de serdanek tê çaverêkirin?" Hatimogullariyê wiha bersiv da:
"Bê guman di vê pêvajoyê de derbasbûna wî ya ji bo xaniyê nû ji bo me vê çaverêkirinê xurttir kir.
Wekî ku hûn dizanin Birêz Ocalan dê Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê bi rê ve bibe.
Divê ev koordînasyon êdî di demeke herî kurt de bi awayekî pratîk dest bi xebatan bike.
Ji vî alî ve jî divê ev koordînasyon êdî bi hêsanî bikaribe biçe giravê û were. Em li bendê ne ku ev yek di demeke herî kin de pêk were.
Dîsa hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî welêt gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen û zanyar hene ku dixwazin li vî xaniyê nû bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.
Pêwîst e rêya vê di demeke herî kurt de were vekirin. Me ev yek gelek caran anî ziman.
Em hêvî dikin ku bi vî xaniyê nû re rêya wê were vekirin û ev hevdîtin li gorî ruhê vê pêvajoyê bi awayekî tendurist bi rê ve biçin."
"Em hêvî dikin hevdîtin pêk were"
Li ser pirsa Rûdawê ya "Ev demeke dirêj e serdan pêk nehatiye. Bi kurtî, gelo di demeke nêzîk de serdanek tê çaverêkirin?", Tulay Hatimogullariyê wiha bersiv da:
"Ez nikarim ji bo serdanê rojekê diyar bikim lê serlêdan hene. Em hêvî dikin ku pêk were."

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)