Hewlêr (Rûdaw) - Dayîkên Aştiyê yên ku li Enqereyê ne, bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiyan.
Dayîkên Aştiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Parlamentoyê de bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hatin ba hev.
Di hevdîtina li jûra Serokatiya Parlamentoyê de ji Dayîkên Aştiyê Henîfe Akpolat, Muzeyyen Butun û Afîfe Kartalê cih girt.
Daxwaza berdana girtiyên siyasî
Hat ragihandin ku Dayîkên Aştiyê daxwazên xwe yên li ser berdana Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî gihandine Kurtulmuş.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dayîkên Aştiyê dosyeyeke bi Kurdî û Tirkî ya ku daxwazên wan tê de ne jî pêşkêşî Kurtulmuş kir.
Dayîkên Aştiyê doh jî bi Partiya NÛ, Koma Rêya Nû û MHPyê re civiyabûn.


.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)