Bîlançoya 5 rojan a qezayan: 36 mirî û 6 hezar û 550 birîndar

20-06-2024
RÛDAW
Nîşan Betlanaya Cejnê Qeza Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 5 rojên destpêkê yên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayên trafîkê 36 kesan canê xwe ji dest da û 6 hezar û 550 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê amarên qezayên trafîkê yên di 5 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de rû dane belav kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku di 24 demjimêrên dawî de 696 qezayên trafîkê çêbûne.

Bi gotina Yerlîkaya di van qezayan de 10 kesa canê xwe ji dest da û hezar û 205 kes jî birîndar bûne.

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku di 5 rojên destpêkê yên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayan heta niha bi tevahî 36 kesan canê xwe ji dest daye û 6 hezar û 550 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst