Helwesta AK Partiyê li ser biryara Dadgeha Destûrê ya têkildarî HDPê

20-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ya derbarê alîkariya xezîneyê de bo HDPê got: “Dadgeha Destûrê bi vê biryarê di çarçoveya tedbîrên ku li dijî terorê bêne wergirtin de biryareke qelsbûnê wergirtiye.”

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê, bi hinceta ku HDP beşdarî Hilbijartina Giştî ya Parlamentoyê ya Heyama 28emîn nebû, ji Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaz kir, alîkariya xezîneyê ya HDPê wekî tedbîr were bloqekirin û beşê ku ji alîkariya dewletê hatiye xerckirin ji partiyê û ji kesên pere xerc kirine paş de bê standin û wekî dahat li ser Xezîneyê bê tomarkirin. Dadgeha Destûrê bi yekdengî biyar da ku pêwist nake ji bo vê yekê biryar were dayîn û daxwaz red kir.

Li gor Yasaya Partiyên Siyasî, Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê ji bo hilbijartinê 400 milyon û 228 hezar û 667 lire da HDPê.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, li ser pirsa rojnamevanan rexne li biryara Dadgeha Destûra Bingehîn girt û biryar wek qelsbûnekê “di tekoşîna dijî terorê” de pênase kir.

Omer Çelîk wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn bi vê biryarê di çarçoveya tedbîrên ku li dijî terorê bêne wergirtin de biryareke qelsbûnê wergirtiye. Biryarên Dadgeha Destûrê biryarên dadgehên bilind in û tên cîbicîhkirin. Li gor mînakên cîhanî di çarçoveya nirxandina van biryaran de divê em wan tiştan bêjin. Di encam de biryara Dadgeha Bilind a Îspanyayê ya derbarê Batasuna de ji aliyê Dadgeha Ewropayê ve jî hatiye erêkirin. Biryara Dadgeha Destûrê ji bo refleks û mekanîzmayên xweparastinê yên demokrasiyekê li hember terorê biryareke qelsbûnê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst