Rûniştina duyemîn a Doza Kobanî berdewam e

20-05-2021
Selahedîn Çelîk
Nîşan Doza Kabnî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rûniştina duyemîn a Doza Kobanî de dadgehkirina 28 siyasetmedarên girtî ku di nav de rêveberên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene berdewam e. Rûniştina dadgehê bi xweparastina parlamentera HDPê ya berê Ayla Akat Ata destpêkir. Di rûniştinê de bi sedan parêzer ji bo siyasetmedaran biparêzin di rûniştinê de amade bûn.

Rûniştina duyemîn a Doza Kobanî ku di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin, îro Pêncşemê li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê destpêkir.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş bi sedema amadekariyên dozên cuda yên di Gulanê de, beşdarî dozê nebû. Lê Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag, endamê Şanda Îmralî Sirri Sureyya Onder, Gultan Kişanak, Zeynep Olbeci bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî dozê bûn.

Ligel pisporên Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê, Nûnerên dîplomat yên welatên Yekîtiya Ewropayê jî bo dozê bi şopînin beşdar bûne.

Bi sedan parêzer bo parastina siyasetmedaran beşdarî Doza Kobanî bûn. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sincar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîkê Berdan Ozturk û gelek rêveber, parlamenterên HDPê û nûnerên rêxistinên jinan jî di rûniştina dozê de amadebûn.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Biryara DMME

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê roja 22ê Kanûna 2020an derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kiribû û ragihandibû ku divê Demirtaş demildest were berdan.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de ragihandibû,“Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Herdu dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Ti belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”

Lêbelê 7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê bi hinceta ku wergera biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi Tirkiyê nehatiye pêşkêşkirin, daxwaza azadkirina Demîrtaş red kiribû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê biryar li ser bingeheke rast nedaye û wek “binpêkirin” binav kiribû û rexne li CHPê jî girtibûn bi sedema ku “alîgiriya Demîrtaş” dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst