Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney li Enqereyê civiyan.
Erdogan ragihand ku pêwendiyên her du welatan gihîştine asta " hevkariyeke stratejîk" û bi vê gavê re serdemeke nû dest pê kiriye.
Erdogan û Carney piştî civîna xwe ya dualî civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist û derbarê peymanên nû agahî dan.
Armanc: Qebareya bazirganiyê dê bibe 10 milyar dolar
Erdogan diyar kir ku wan ji bo bipêşxistina aboriyê planeke çalakiyê qebûl kiriye û wiha berdewam kir:
"Em armanc dikin ku qebareya xwe ya bazirganiyê ya ku niha nêzîkî 3 milyar dolarî ye, pêşî derxin 5 milyar dolarî û paşê jî bikin 10 milyar dolar."
Her wiha hat ragihandin ku dan û standinên Peymana Bazirganiya Azad (FTA) dê beriya dawiya vê salê dest pê bikin û di çarçoveya Peymana Veguhastina Asmanî de, di navbera Tirkiye û Kanadayê de geştên rasterast ên balafiran dê nêzîkî du qatan bên zêdekirin.
Hevkariya di warê parastin û enerjiya nukleerî de
Erdogan bal kişand ser hevkariya pîşesaziya parastinê û enerjiya nukleerî û got, "Me Protokola Hevkariyê ya Sektora Parastinê îmze kir."
Erdogan her wiha da zanîn ku ew li bendê ne Banka Parastin, Ewlehî û Qewîniyê ya ku di bin pêşengiya Kanadayê de tê avakirin, piştgiriyê bide projeyên wan ên parastinê.
Di warê enerjiyê de jî di navbera her du wezaretan de deklarasyoneke hevbeş hat îmzekirin ku qadên wekî maden, LNG û enerjiya nukleer dihewîne.
Peyama ji bo Xeze, Ukrayna û Kendavê
Di civînê de bipêşketinên herêmî û gerdûnî jî hatin nirxandin. Erdogan anî ziman ku ew gavên Kanadayê yên li dijî rûniştvanên dagirker (yên Îsraîlî) li Xezeyê wekî gaveke di cih de dibînin û got:
“Em hêvî dikin ku rêbazên dîplomatîk li Ukrayna û Kendavê rêya aştiyeke mayînde vekin.”
"Dê ev gav li ser kaxezê nemîne"
Erdogan derbarê rola Mark Carney a di warê aborî de axivî û got: “Bilindkirina pêwendiyên me yên ji bo asta hevkariya stratejîk dê gavan tenê li ser kaxezê nehêle.
Ez bawer dikim ku ezmûna birêz Carney a di warê aboriyê de dê roleke girîng bilîze.”
Erdogan di dawiyê de diyar kir ku ew dê di firsendeke herî nêzîk de li gel şandeyeke karsazan serdana Kanadayê bike.


.jpg&w=3840&q=75)
